Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan

Îro bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Babinis ê navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê daketin qadan û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Şêniyan soza berdewamkirina têkoşîna rakirina tecrîdê da.

Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
11 adar, 2020   13:59
ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan îro bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li yarîgeha gundê Babinisê meşek li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Rêber Ocalan silav dikin, soza bilindkirina asta têkoşînê didin”, “Soz em ê girtîgeha Îmraliyê birûxînin” û “Bi Rêbertî re azad bijîn, kompoloya navdewletî ya li dijî rêber Ocalan komploya li dijî vîna gelên azadîxwaz û aştîxwaz e" rakirin.

Piştî meşê mîtîngek li dar ket û li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê endamê rêveberiyê Ridwan Rifaî axivî û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir. Ridwan Rifaî bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê kir ku li dijî siyastên dewleta Tirk serî hildin. Rifaî bal kişand ser çalakiyên girseyî yên gel û got: "Ji ber bertekên gel dewleta Tirk hişt malbat û parêzerên rêber Ocalan pê re bicivin."

Paşê li ser navê Kongreya Star endama rêveberiyê Hêvî Silêman piştrast kir ku divê ew li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

Mîtîng bi sloganên "Bijî Rêbertî” û “Azadî ji rêber Ocalan re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA