Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê sersaxî da malbatên du şehîdên Yekîneyên Antîterorê re xwest ku li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
5 adar, 2020   13:09
KOBANÊ

Bi dehan şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê ku Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle vedabû da ku sersaxiyê bidin malbatên endamên Yekîneyên Antîterorê şehîd Mustafa Remî (Xemgîn Kobanê) û Edhem Fethî (Dilbirîn Kobanê) ku di 28`ê Sibatê de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Gerînendetiya Ewqafê Mela Xelîl wiha axivî: "Şehîd namirin, ew zindî ne û hêvî dikin ku vegerin jiyanê da ku careke din şehîd bibin."

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce wiha axivî: "Çi qas dijmin êrişî me bike, heta ku kesên di oxira welatê xwe de canê xwe feda dikin hebin, dê bi ser nekeve. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Ew di dilê me me de ne û dê xwîna wan li erdê nemîne."

Şehîd Mustafa û şehîd Edhem yekşema borî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin.

(cx)

ANHA