Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Serhildan Sason li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê oxir kir.

Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin
Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin
Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin
Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin
Şervanê HRE`yê Serhildan Sason hat oxirkirin
5 adar, 2020   13:22
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê îro li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê şervanê HRE`yê Adem Îrtem (Serhildan Sason) ê ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, wergirt.

Şêniyan berê xwe da goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê. Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Berko diyar kir ku şehîd Serhildan ji bo rizgarkirina axa xwe û parastina gelê xwe canê xwe feda kir.

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Emîna Dîngilî destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe li dijî dewleta Tirk û siyasetê wê dewam bikin.

Piştre wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb Ebdî ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Serhildan di nava tilîlî û dirûşmên "Şehîd namirin" de hat veşartin.

(bx)

ANHA