KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - Rojava îro li bajarê Qamişlo nivîsgeha xwe vekir.

KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
KNK’ê li Qamişlo yekemîn nivîsgeha xwe vekir
5 adar, 2020   13:01
QAMIŞLO

Vekirina nivîsgeha Komîteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  bi beşdariya nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, QSD`ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk, nûnerên Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Civaka Îslamî ya Demokratîk, nûnerên eşîrên erebî û kurdî, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe bi rê ve çû.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso îşaret bi girîngiya vekirina nivîsgehê li Rojava kir û wiha got: "Di vê pêvajoyê de vekirina nivîsgehê xwedî girîngiyek zêde ye."

Hiso bal kişand ser rola nivîsgehê ku dê ji bo yekitiyê kar û barên giran bike.

Komîteya Rêveber a KNK’ê belgeyên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku nivîsgeha ruxset bike û dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar û xebatên xwe bike.

(eh)

ANHA