Gelo dê hevdîtina Pûtîn û Erdogan peymanekê bi xwe re bîne?

Piştî siyasetên Rûsya û Tirkiyê li Idlibê ber bi tunebûne diçin, serokên her du welatan îro li hev dicivin. Beriya vê hevdîtinê jî rêveberiya dewleta Sûriyê zimanê xwe li hemberî Tirkiyê nerm kir û Amerîkayê jî metirsiya xwe anî ziman. Gelo dê hevdîtina îro çi encaman bi xwe re bîne?

Gelo dê hevdîtina Pûtîn û Erdogan peymanekê bi xwe re bîne?
5 adar, 2020   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Hêzên rejîma Sûriyê di 1`ê Kanûna 2019`an de êrişa li dijî Idlibê dest pê kiribû. Di encama vê rageşiyê de streseke dîplomatîk di navbera Moskovê ya hevalbenda rejîma Sûriyê û Enqereyê de ku piştgiriya çeteyan dike, derket. Vê yekê metirsiyên destpêkirina şerekî rasterast di navbera her du welatan de derxistin holê.

Di çend hefteyên borî de bi dehan leşkerên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin. Her wiha Erdogan destpêkirina operasyoneke leşkerî bi navê ‘Mertalê Biharê’ ragihand, lê belê piştî wê yekê bi çend rojan got ew hêvî dike ku di demeke nêz de ji bo agirbesta li Idlibê, xwe bigihînin lihevkirinekê.

Erdogan ji ber netevgerkirina Ewropayê li Sûriyê, êrişî Ewropayê kir û sînorên Tirkiyê bi Yewnanistanê re li pêşiya penaberan vekir. Bi vê yekê aloziyeke koçberiyê ya nû derxist holê.

Beriya hevdîtina îro jî, Amerîkayê bi rêya şandeyê xwe yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey hişyarî da Tirkiyê û got ew di der darê kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê bi fikar in. Di demekê de ku Washington behsa piştgiriya dewleta Tirk li Idlibê dike.

Der barê bûyerên li Idlibê û nakokiyên herêmî û navdewletî yên pê ve girêdayî de, rêveberê Navenda Kurd a Bêsînor Kadar Bêrî ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî.

ŞERÊ BERJEWENDIYÊN RÛSYA-TIRKIYÊ

Bêrî wiha dest bi axaftinê kir: "Bi giştî, di navbera Rûsya û Tirkiyê de peymanek li ser xetên qalid li tevahî Sûriyê hene. Di nava wan de peymanên Soçî û Astaneyê hene. Bûyerên li ser erdê diqewimin, pêkanîna wan peymanan an jî veşartina wan e, ku heta niha ne zelal in."

Kadar Bêrî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Şerê heyî, şerên berjewendiyên her du aliyan e. Rast e wan li hevkirî ye, lê belê her aliyek li Sûriyê li berjewendiyên xwe digere. Rûsyayê bi rêya Sûriye xwe vegerand qada cîhanî, siyaseta Tirkiyê jî ku bidestxistina herêmên mezin ji Sûriyê armanc dikir, têk çû. Niha jî armanca Tirkiyê tunekirina hêzên demokratîk e û bi taybetî jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di nava QSD`ê de ne. Armanca Tirkiyê ev e."

TEVÎ NELIHEVKIRINÊ JÎ ARMANCÊN HEVBEŞ HENE Û YA SEREKE JÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE

Girêdayî şerê her du aliya li Idlibê, Bêrî wiha da zanîn: "Niha, her du aliyan li ser mijara Idlibê li hev kirine. Rûsya dixwaze terorîst û çeteyên li wê herêmê tune bike û serweriya rejîma vegerîne. Dewleta Tirk jî piştî ku siyaseta xwe têk çû, dixwaze guhertina demografîk li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbike. Ev jî armanca hevbeş e, ku rejîm hejamareke mezin ya penaber û terorîstan û malbatên wan kontrol bike û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih bike."

Li gorî Bêrî, hin beş tev li kiryarên Tirkiyê nabin. Şerên ku vê dawiyê rû dan ji bo zexta li ser wan beşan û kontrolkirina wan bû û tunekirina hin komên ku fermanên Tirkiyê red dikin. Diyar e ku her du aliyan li hev kiriye, îşareta vê yekê jî rewşa şerê li Idlibê ye û pevçûnên heyî. Her wiha deweriyeyên hevbeş yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li herêma Kobanê pêk tên, wekî ku tiştek li Idlibê tune ye.

 Der barê hevdîtina îro Bêrî wiha destnîşan kir:"Her du aliyan lihevkirine. Lê belê hemû li berjewendiyên xwe digerin û dixwazin rûbereke mezin ji xaka Sûriyê bi dest bixin. Ji ber ku dema her du alî li hev dicivin, li ser astê fermandaran kîjan alî rûbereke mezin ji erdên Sûriyê bi dest bixe, ew alî dikare şerên zêdetir li gorî berjewendiyên xwe û li gorî xwesteka xwe dayne."

 ‘DAXUYANIYÊN EL-ESED NAMEYEK BERDÊLKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERAMBERÎ IDLIBÊ YA RÛSYAYÊ JI TIRKIYÊ RE YE’

Der barê daxuyaniyên duh ên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed de Bîrê wiha got: "Dema em dibînin El-Esed dixwaze xwe nêzî Tirkiyê bike yan jî dixwaze bi Tirkiyê re lihev were, daxuyaniyan li dijî QSD`ê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide ku ew ê berê xwe bidin wê herêmê û dê careke din bixin bin serweriya rejîmê de."

Bêrî wiha pêde çû: "Daxuyaniyên rejîmê bi awayekî cidî negrin dest. Ew namayeke Rûsya ji Tirkiyê re ku xwestekên me li Idlibê pêk bînin emê defetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin we. Niha wê heta kîjan astê Rûsya karibe serweriya xwe pêk bîne yan jî tişta ku Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze pêkan e, heta niha ev yek ji ber şerê mezin ê li Sûriyê, ne diyar e."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî hêzên Koalisyona Navneteweyî nexasim Amerîka heye,  ku di navbera wê û Rûsya de ne şer lê belê rewşek hebûn û tinebûnê heye.

BERJEWENDIYÊN RÛSYA – AMERÎKAYÊ YÊN HEVPAR

Der barê helwestên Amerîkayê û Rûsyayê de, Bêrî wiah got: "Amerîka bi hebûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyaya Sûriyê dixe destê xwe de. Di demên berê de xwe dispart Tirkiyê, lê piştî ku tekez kir ku ew ne cihê baweriyê ye, siyaseta xwe kêmekê û bi tena xwe li wê herêmê ma da ku li hemberî Rûsya û hevalbendên wê be. Bi taybet jî ji ber ku berjewendiyên Amerîkayê li wê herêmê hene."

Daxuyaniyên wan ên der barê belavbûna hêza Îranê de, diyar e ku lihevkirineke Amerîka û Rûsyayê ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê heye. Ji ber ku ev jî berjewendiyeke hevbeş e.

Bêrî bi van gotinana axaftina xwe bi dawî kir: "Rûsya dixwaze tevahî Sûriyê bixe bin serweriya xwe. Berjewendiyên Îranê jî hene. Rewşeke şer di navbera Îran û Rûsya de li Sûriyê hene. Ev nuqteyeke hevbeş di navbera Rûsya û Amerîkayê de ye ku Îranê ji Sûriyê derxin. Ev yek jî rewşeke pir binakok e. Her wiha ew şerê dijberiyê ye ku xwe careke din bi rêya zêdetirî hêzeke herêmî û navdewletî di dosyaya Sûriyê de, li Sûriyê dubare dike."

)cx-bx)

ANHA