PYD: Em bang li gel dikin ku bikevin ferqa siyastên Tirkiyê yên kirêt

 PYD`ê bang li gelê Sûriyê kir ku bi hebûn û çanda xwe ve girêdayî be û bikeve ferqa asoyên siyasetên Tirkiyê yên kirêt.

PYD: Em bang li gel dikin ku bikevin ferqa siyastên Tirkiyê yên kirêt
4 adar, 2020   20:18
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyanî da û got:

`Aloziya Sûriyê di van rojan de sala xwe ya nehan temam dike. Lê hîna çareseriya siyasî di asoyên wê de tune ye. Sedemên sereke yên vê alozbûnê, helwesta Tirkiyê ye. Tirkiye israr dike ajandeyên xwe yên faşîst û timayên xwe li Sûriyê pêk bîne. Lewra ji aliyekê ve çareseriya siyasî asteng dike û ji aliyekî din ve hewl dide ajandiyên xwe pêk bîne. Di destpêkê de hewl da bi rêya komên cihadî û tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û çeteyên din siyasetên xwe pêk bîne. Dema têk çû, bi artêş û çekên xwe yên pêşketî û yekîneyên taybet mudexele kir û bi awayekî yekser dest bi pêkanîna timayên xwe kir.

Ji wan siyasetên kirêt; siyaseta guhertina demografîk û sazumaniya civakê ye. Tirkiyê carekê vegerandina penaberan hincet girt û carek din vedîtina herêmek ewle ji wan re kirin hincet. Lê di rastiyê de ew hewl dide kesên ku hebûna wê li warên xwe yên resen qebûl nakin tune bike mîna Kurd, Ereb, Suryan û Ermen. Kesên ku siyasetên wê qebûl dike li şûûna wan bicih bike. Ji wê zêdetir nakokiyan di navbera pêkhateyan de diafrîne. Komên cîhadî yên alîgirên xwe ji Turkmenên ku pê re hevkar in û dewletên din ji Asya Navîn anîne li herêmên nêzî sînorên xwe bi Sûriyê re bi kurahiya 30 km bi cih dike. Bi penaberên Sûriyê re bazaran dike û wek kaxizek zextê bikar tîne ji bo piştgiriya Ewropayê werbigire.

Dewleta Tirk a faşîst bi rêya piştgiriya saziyên navneteweyî kiryarên xwe dike. Alîkariyê li wan kesên ku li herêmên dagir kirine bicih kirine belav dike. Di bin hinceta perwerde û pêşxistina xwendinê dibistanan ava dike, mamosteyan ji bo fêrkirina ziman, çand, dîrok û ideolojiya xwe ya cihadî erkdar dike. Bi vê yekê herêmên ewle ji fikrê cihadî û êrişker peyda dike. Zemînek ji bo avakirina nifşên cihadî amade bike. Da ku imperatoriya osmanî ya nû di nav sînorên hevpeymana Milî de ya ku Tirkiyê û şirîkên wê banga wê dikin ava bikin.

Dewleta Tirk a faşîst ji dema dagirkirina herêmên Şehbayê ve ji Cerablus heya Bab û Ezazê ji 4 salan ve asta binpêkirinên xwe fireh kirin heta gihaşt Efrînê piştre Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiyê bizanabûn siyaseta guhertina demografîk û asîmlekirinê ji bo parastina Tirkiyê pêk tîne. Ev sûcên Tirkiyê di raproên NY û rêxistinên din de hatin îsbatkirin. Ji ber wê çareseriya siyasî asteng dike da ku binpêkirinên wê bibe rastiyekê.

Wek Meclisa Giştî ya PYD`ê em bang li gelê xwe dikin ku bi çand û hebûna xwe ve girêdayî bin. Bikevin ferqa siyasetên Tirkiyê yên kirêt. Her wiha em bang li raya giştî ya navneteweyî û tevahiya hêzên parêzvanên mafên gelan û demokratîk dikin ku li rex pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember wan siyasetan bisekinin. Nehêlin Tirkiyê wan sûcan li dijî pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Heta ku dagirkerî nikare guhertina demografîk an pişaftinê li herêmên dagirkirî çêbike. Qanûnên navneteweyî wan binpêkirinan wek sûcek li dijî mirovahiyê dihesbînin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi demê re ketine pêşbirgê ji bo ku li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst li bakurê Sûriyê tê bikoşin. Divê dagirkerî di zûtirîn dem de bidawî bibe. Her wiha em bang li tevahiya gelê Sûriyê dikin ku bikevin ferqa siyasetên dijberî Sûriyê û gelê. Bi planên Tirkiyê neyên xepandin.`

(şx)

ANHA