Fransa: Ewropa teslîmî  şantaja Tirkiyê nabe

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Lauderian got : “Em teslîmî şantaja Tirkiyê ya penaberan nabe. Sînorên me wê li hember penaberên ku ji Enqerê tên şandin re wê girtî bimînin.”

Fransa: Ewropa teslîmî  şantaja Tirkiyê nabe
4 adar, 2020   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Jean-Yves Lauderian li pêşiya endamê komeleya neteweyî got: "Yekîtiya Ewropayê teslîmî şantajê nabe. Sînorên Yawnanistan û herêma Şingin wê girtî bimînin. Em ê wê dabîn bikin ji bo ku her tişt zelal be!"

Tirkiyê di hefteya borî de ji bo bidestxistina piştgiriya rojavayî di dosyaya Sûriyê de vekirina sînorên xwe bi Yawnanistanê re li hember penaberan ji bo ku derbasî Ewropayê bibin ragihand.

Serokê Tirkiyê hişyar kir ku tenê bi desteka Ewropayê ji kedên welatê wî re li Sûriyê wê aloziya penaberan pêk neyê.

(şx)