Endamên Kongreya Star mûm li ser gorên şehîdan vêxistin

Bi rasthatina 8`ê Adarê Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê mûm li ser gorên şehîdên azadî û rûmeyê vêxistin. Her wiha rêyên navçeyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê xemilandin.

Endamên Kongreya Star mûm li ser gorên şehîdan vêxistin
Endamên Kongreya Star mûm li ser gorên şehîdan vêxistin
Endamên Kongreya Star mûm li ser gorên şehîdan vêxistin
4 adar, 2020   19:22
QAMIŞLO

Bi boneya 8`ê Adarê endamên Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê îro çarxerêya Şehîdan li navenda navçeyê bi wêneyên Rêber Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ û alên Kongreya Star xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e li çarxerêyê daliqandin.

Piştre vê êvarê tevî Hêzên Meclisa Leşkerî ya beşa Holê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana Goristana Şehîdan kirin û mûm li ser gorên şehîdên rûmet û azadiyê vêxistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dDLF8a1M1cY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>