Esper: Em desteka esîmanî nadin Tirkiyê

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî desteka esîmanî nade Tirkiyê di operasyonên wê yên leşkerî yên li Idlibê de.

Esper: Em desteka esîmanî nadin Tirkiyê
2 adar, 2020   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Mark Esper ji rojnamevanan re got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dê hewl bide alîkariyên mirovî ji bo Tirkiyê zêde bike."

Der barê pirsa gelo dê alîkariyên Amerîkayê dê desteka esîman di nav xwe de bigire Esper berisva "Na" da.

Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku ew bi Sekretêrê Giştî yê NATO‘yê rewşa li Sûriyê gotûbêj kir û NATO ragihand ku ew " Ji bo rewşên awarte" amade ne.