​​​​​​​‘Heya eşkerekirina rewşa rêber Ocalan em ê li ber xwe bidin’

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got “Helwesta gelê herêmê cidî ye. Heya eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan em ê li ber xwe bidin.”

​​​​​​​‘Heya eşkerekirina rewşa rêber Ocalan em ê li ber xwe bidin’
1 adar, 2020   08:37
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Bi derbasbûna 21 salan di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re dewleta Tirk siyasetên xwe yên dermirovî û derhiqûqî yên li dijî rêber Ocalan didomîne. Lê piştî bûyera şewata li daristanên girava Îmraliyê, nîşaneyên komployeke nû hene. Dewleta Tirk rewşa rêber Ocalan eşkere nake û hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêber Abdullah Ocalan, fikr û felsefeya wî ve girêdayî ne."

Oso destnîşan kir, piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahiyên derketina şewata li Îmraliyê bihîstin, jixweber daketin qadan û bûyer şermezar kirin û banga eşkerekirina rewşa rêber Ocalan kirin. Oso wiha domand: "Ev asta girêdana gel bi fikr û felsefeya rêber Ocalan îsbat dike. Êdî bûye hêviya ku her kesî ji zilm û çewisandinanê xilas bike.”

Oso wiha pê de çû: “Bi salan e ku dewleta Tirk rêbazên dermirovî li ser rêber Ocalan dide meşandin. Em hêvî dikin ku rewşa rêber Ocalan baş be. Sal derbas dibin û dewleta Tirk bi rêbazên dijberî mafên mirovan bi rêber Ocalan re dide û distîne. Rêber Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e. Ew bi fikr û felsefeya xwe bûye rêberê hemû gelên herêmê. Helwesta gelên herêmê cidî ye. Em ê li ber xwe bidin, em ê li kolan û qadan bin heya em agahiyên xweş girêdayî rêber Ocalan dibihîzin. Çalakiyên me wê ne tenê li Hesekê, li tevahiya herêm û bajaran berdewam bikin."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: "Em bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî  dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin heta ku rewşa rêber Ocalan eşkere bike."

(şx)

ANHA