Dema ku Erdogan dabû rejîmê qediya… rejîm êrişî Seraqibê dike

Tevî dema ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dabû hêzên rejîmê ku xwe ber bi piştî nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ve vekişînin, lê hêzên rejîma Sûriyê bi desteka hewayî ya Rûsyayê bi dijwarî êrişî eniyên bajarê Seraqib dikin.

Dema ku Erdogan dabû rejîmê qediya… rejîm êrişî Seraqibê dike
1 adar, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li eniyên bajarê Seraqib û gundê Afis di navbera komên çete û hêzên rejîmê de şer derket. Ev yek ji ber hêzên rejîmê ji şevê din ve bi destekdayîna balafirên Rûsyayê êriş dike.

Li gorî navendê hêzên Tirkiyê bi topbarana dijwar bersiva êrişan didin û navendên hêzên rejîmê yên li herêmên cuda ji gundewarên Idlibê topbaran dikin.

Tevî bidawîbûna dema ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dabû hêzên rejîmê ku xwe ber bi nuqteyên piştî nuqteyên çavdêriya Tirkiyê ve vekişînin, hêzên rejîmê berovajî vê yekê bi desteka balafirên Rûsyayê bi dijwarî êrişî Seraqibê dikin.

Komên çete careke din gundê Qilêdîn, El-Enkawî yên Sehil El-Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê piştî şerê dijwar bi hêzên rejîmê re, xistin bin serweriya xwe.

)bx)