​​​​​​​Gerînendetiya Avê: Stasyona Elok nehatiye xebitandin

Sozdar Ehmed diyar kir ku wan gelek civîn bi Xaça Sor, UNICEF û NY`yê re li dar xistin da ku ji nû ve stasyona avê ya Elok bixebitînin, lê heta niha tu bersiv ji aliyê dewleta Tirk ve tune ne û stasyon nehatiye xebitandin.

​​​​​​​Gerînendetiya Avê: Stasyona Elok nehatiye xebitandin
1 adar, 2020   08:00
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker ji 24`ê Sibata derbasbûyî de av ji ser bajarê Hesekê, derdora wê û navçeyên girêdayî wê qut kiriye. Ev roja 6`emîn e ku av ji stasyona Elok a rojhilatê Serêkaniyê hatiye qutkirin piştî ku xebatkarên wê hatin derxistin û stasyon hate sekinandin.

Tevî hewldanên QSD`ê ku sehrîcên avê ji navendên xwe yên leşkerî bikişîne da ku alîkariya Şaredariya Gel bike û avê li şêniyan belav bike, lê li bajar ji ber qutkirina avê aloziyeke mirovî heye.

Girêdayî mijarê hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed ji ANHA`yê re axivî. Sozdar destnîşan kir ku ji beriya 6 rojan ve stasyona Elok hatiye sekinandin û qet nehatiye pêxistin û ev tişt anî ziman: "Hate gotin ku stasyon ji nû ve hatiye pêxistin û avê dide. Lê em vê yekê diderewînin. Ji ber ku tu nûnerên me li stasyona Elok tune ne."

Sozdar pişterast kir ku ew niha bi rêya sehrîcên gerîndetiyê û sehrîcên ku QSD`ê û hindek rêxistinên navdewletî anîn, avê li şêniyan belav dikin.

Sozdar di dirêjahiya gotinên xwe de wiha pê de çû: "Me gelek civîn bi Xaça Sor û UNICEF’ê re bi rêya buroyên wan li Cinêvê li dar xistin, lê tu bersiv ji aliyê Tirkiyê ve tune ne. Rêxistinên mirovî soz da ku ew ê wek navbeynkar destwerdanê bikin lê tekezî li ser soza xwe nekirine." 

Sozdar Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev kiyar diyar dikin ku projeyên nû yên koçberkirina şêniyên herêmê heye. Ji bo ku em planên dewleta Tirk a faşîst têk bibin, em ê her tim avê li şêniyan belav bikin heta projeyeke din li şûna stasyona Elok were avakirin an jî korîdoreke ewle were peydakirin da ku xebatkar xwe bigihînin stasyonê û wê ji nû ve pêxin."

bx

ANHA