SOHR: Herî kêm 34 leşkerên Tirk hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê teqez kir ku herî kêm 34 leşkerên artêşa Tirk a dagirker di êrişên balafirên Rûsyayê de hatine kuştin.

SOHR: Herî kêm 34 leşkerên Tirk hatine kuştin
27 sibat, 2020   21:03

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê teqez kir ku herî kêm 34 leşkerên artêşa Tirk a dagirker di êrişên balafirên Rûsyayê de hatinw kuştin.

Navendê got: "Di encama êrişên balafirên Rûsyayê li dijî herêma di navbera El-Barde û Bilyon de herî kêm 34 leşkerên Tirk hatine kuştin. Heman demê de li gel agahiyên girêdayê kuştina hejmarek din di encama wan êrişan de."

Navendê destnîşan kir ku wê pêşketinek nû ji hêla rejîma Sûriyê ve şopandiye. Hêzên rejîmê El-Hilwiye û Qofqîn li çiyayê El-Zawiye, El-Zeqûm li deşta El-Xab li bakur rojavayê gundewarê Hemayê kontrol kirin. Bi vê yekê tenê 17 km ji bajarê Cisir El-Şixûr dûr mane. Li gel ku hêzên rejîmê bi dijwarî topbarana xwe li dijî herêmên Deşta El-Xab, Cisir El-Şixûr û gundên Çiyayê El-Zawiye berdewam dikin.

Ji aliyekî din ve çalakvanan wêneyên bi sedan şêniyan ku li ber nexweşxaneya Rîhaniyê li aliyê Tirkiyê kom bûne piştî ku bi dehan leşkerên Tirk ên ku li Sûriyê birîndar bûne û hatine kuştin gihaştine Tirkiyê belav kirin.

(şx)

ANHA