​​​​​​​Gera sêyemîn a girêdayî Idlibê bibin ket

Piştî binketina gera sêyemîn a danûstandinên Tirkiyê û Rûsyayê, asta tujiya daxuyaniyên her du aliyan zêde bû û şer li ser erdê jî gur bû.

​​​​​​​Gera sêyemîn a girêdayî Idlibê bibin ket
27 sibat, 2020   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Tirkiyê îro piştî gera sêyemîn a danûstandinên Rûsya û Tirkiyê li Enqere ragihand ku Tirkiyê li ser agirbestê û pêkanîna muzekereya Soçiyê israr kir.

Piştî wê Rûsya bi rêya Navenda Rûsya ya Lihevanîn a li Sûriyê ya girêdayî wezareta parastinê ya Rûsyayê, bersiv da û got aliyê Tirk lihevkirina Soçî girêdayî Idlibê bi rêya piştgiriya çekdaran di êrişên wan de li dijî artêşa Sûriyê binpê dike.

Serokê navenda Rûsya tûgeya deryayî Oleg Goraflov îro got: "Aliyê Tirk lihevkirinên Soçî binpê dike, desteka komên çekdar dike, topavêjan û balafirên keşfê û êrişker pêşkêş dike da ku êrişî hêzên Sûriyê bikin."

Oleg Goraflov bûyera balafira Tirkiyê ji cureya ‘Anka‘ vegot û çawa asîmana Sûriyê di 25`ê Sibatê de binpê kir, beriya ku pergala Sûriyê ya asmanî bixe xwarê.

Tevahiya gerên danûstandinên Rûsya û Tirkiyê girêdayî Idlibê bibin ketin li gel ku şer li Idlibê ib dijwarî rû didin.

(şx)