Balafirên şer li leşkerên Tirk dan: Bi dehan kuştî hene

Li Idlibê balafirên şer ên ku tên îdeakirin ên Rûsyayê ne, leşkerên Tirk bombebaran kirin. Di bombebaranê de bi dehan leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Balafirên şer li leşkerên Tirk dan: Bi dehan kuştî hene
27 sibat, 2020   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Idlibê, balafirên şer ên ku tên îdeakirin ên Rûsyayê ne nuqteya leşkerên Tirk bombebaran kirin. Hat diyarkirin, leşkerên ku hatine bombebaran kirin, ji navçeya Luleburgaz a girêdayî bajarê Kirklarelî ji Fermandariya Tugaya Reşahî ya Mekanize ya 65’emîn şandine herêmê, ne.

Hat zanîn ku bi dehan leşker hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Beşên lezgîn ên nexweşxaneyên Hatay û navçeya Reyhanliyê hatine valakirin. Heman demê de bêhdanên xebatkarên tenduristiyê yên herêmê hatine betlkirin.

Li aliyek din jî axaftinên li ser komên whatsappê yên leşkerên Tirk ên li herêmê diyar dike ku çiqas windahiyên Tirkiyê hene. Leşkerek dibêje “Dixwazin Tugaya Mekanîze ya 65’emîn ji holê rakin (pelişandin).  Ez bawer nakim ku kesek ji me ji vir sax derkeve.” Ev gotin rewşa herêmê dide nîşan.

CIVÎNA LEZGÎN HAT LIDARXISTIN

Piştî bombebaranê, li Enqerê bi rêveberiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, biryara civîna lezgîn a ewlekariyê hat girtin.

(bm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vJ2P44UoMe0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>