‘Til Hemîs beriya rizgarkirinê mîna bajarê xeyaletan bû’

Şervanên YPG`ê yên ku tev li pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bûbûn gotin, dema navçe di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû wek bajarê xeyaletan bû, niha vegeriyaye gulîstanekî.

‘Til Hemîs beriya rizgarkirinê mîna bajarê xeyaletan bû’
27 sibat, 2020   06:55
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

 

Çeteyên DAIŞ`ê beriya 8 salan navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo dagir kiribûn. Navçe 3 salan di bin tariyê de ma. Ji beriya 5 salan  şervanên YPG û YPJ`ê navçe di 27`ê Sibata 2015`an de rizgar kirin. Piştre gelek pêngav hatin avêtin. Di encamê de tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ û komên çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirtin, hatin rizgarkirin.

Şervan Şoreş Qendîl ji gundê Um El-Kêr ê  gundewarê bajarokê Ceza yê navçeya Til Hemîsê ye. Şervan serpêhateya xwe di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de bi bîr anî û got: "Ew biranîn wê hertim di hişê me de zindî bimîne. Hem bûyerên bi êş hem jî yên xweş rû dan.

YPG`ê Til Hemîs û gelê wê parastin û ji zulma DAIŞ û hovîtiya wê xilas kirin. Banga şêniyan bersivandin û navçe rizgar kirin."

Têkildarî guhertinên li navçeyê çêbûne Qendîl got: "Navçeya Til Hemîsê piştî 5 salan gelek pêş ketiye. Beriya rizgarkirinê mîna bajarê xeyaletan bû. Niha ew dişibe gulistanek rengîn."

Şervan Ibrahîm Derwîş ji gundê Qeyrawan li başûrê Til Hemîsê ye. Îbrahîm Derwîş ê tev li pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bûye dibêje: "Operasyona rizgarkirina navçeya Til Hemîsê sê roj derbas nekir. Şervanan bi berxwedan û qehremantiyek mezin şerê çeteyan kirin.”

Derwîş destnîşan kir ku şêniyan şervanên YPG`ê yên ku Til Hemîs rizgar kirine bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirin û wiha axivî: “Piştî rizgarkirina navçeyê, piştî ku tevahiya hîmên jiyanê ji kehrbe û firin peyda bûn, şênî di nav ewlehî û aramiyê de ne."

Derwîş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ciwanên gelek pêkhateyan û êlên Ereb û Kurd di nav refên YPG`ê de şer dikin. Cudahî di navbera wan de tune ye ji ber ku hemû rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ û terorê armanc dikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X0t2KV8ZjaI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>