​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef

Artêşa Tirk a dagirker gundên kantona Girê Spî topbaran dike û di encamê de gel neçar dibe koçber bibe.

​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
​​​​​​​Li Girê Spî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
27 sibat, 2020   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di necamê de zêdetirî 400 sivîl şehîd bûn û bi hezaran sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha ji ber êrişên hêzên dagirker Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û zêdetirî 300 hezar sivîl neçar man koçber bibin. Heta niha jî armanca sereke ya hêzên dagirker sivîl in.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Kopirlik ê li rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî, hişt ku şêniyên gund ji malên xwe derkevin.

Yek ji gundiyên ku malên wan di dema topbaranê de hilweşiyaye, wiha got: "Kesek ji bilî kal û pîran û zarokan nemaye, em nema dizanin ku berê xwe bidin ku derê."

(ekîb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8NjISK1EnuM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>