Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Elî Kenco (Dilşêr Kefer Nasih) ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, oxir kir.

Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
Şehîd Dilşêr Kefer Nasih bi merasîmeke heybet hat oxirkirin
26 sibat, 2020   13:48
ŞEHBA

Şêniyan cenazeyê şehîd Elî Kinco (Dilşêr Kefer Nasih) ê ji pêkhateyên ereb, ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirtin.

Piştre şêniyan bi karwanekî ji dehan erebeyan ber bi cihê jidayîkbûna şehîd Dilşêr gundê Kefer Nasih ê girêdayî navçeya Ehres a kantona Şehbayê ve, ketin rê.

Li qada gund, merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Mihemed Welo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Şîraz Hemo jî, wiha axivî:"Di şexsê şehîd Dilşêr Kefer Nasih de, em hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînin."

Şîraz Hemo bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir:"Dewleta Tirk a dagirker, Sûriyê veguherandiye qadeke şer, ku gelê Sûriyê ji ber vê şerî rastî kuştin, rûxandin, talankirin, koçberkirin û komkujiyan hat. Duh li Til Rifetê, îro jî li Aqîbê komkujî pêk hat. Rûyê rast ê Erdogan ev e."

Şîraz di dawiyê de sersaxî da malbata şehîd Dilşêr.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nayif Elî El-Wîsê wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîlî û dirşûmeyên "Şehîd namirin" de, hat veşartin.

(bx)

ANHA