Rêxistina Sara  têkildarê bûyerên xwekuştinê daxuyanî da

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan diyar kir, ku bûyerên xwekuştinê ji aliya jinan ve zêde bûne û ji bo pêşîlêgirtina vê diyardeyê çareserî danîn.

Rêxistina Sara  têkildarê bûyerên xwekuştinê daxuyanî da
26 sibat, 2020   14:21
QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê 2020`an bûyerên xwekuştinê yên ji aliyê inan ve zêde bûne. Têkildarî vê yekê, sedem û pêşîlêgirtina xwekuştinê, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Rêxistina Sara ya li bajarê Qamişlo û bi beşdarbûna endamên Meclisa Jinên Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan, Weqfa Jinên Rewşenbîr, endamên saziyên olî û civakî hate xwendin.

Rêxistina Sara di daxuyaniyê de diyar kir, ku tevî li herêma Cizîrê jin xwedan ewqas destkeftî ne, beşdarî qadên jiyanê dibin û maf û azadiya xwe bi dest dixîne, lê hîn jî bi zextên ji hêla malbatê û civakê re rû bi rû dimîne. Jin dibînin ku sedema zexta civakî ji ber zêdebûna pirsgirêkên civakî ne, anku ji ber rewşên xizanî, berdan, zewaza biçûkan û bêserûberiya malbatê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "ji ber van pirsgirêkan nexweşî û aloziyên derûnî derdikevin holê, lewma hem ji aliyê civakê ve û hem jî ji aliyê derûnî ve bertekên neyînî derdikevin ortê. Li gel vê yekê bûyerên xwekuştinê ji pirsgirêkên bi girêk in û pêdiviya wê bi kar, xebat û pêşîlêgirtinê heye. Bi vî awayî mirov digihêje kesayeteke avaker û pê re jî civakeke demokrat û aştiyane misoger dibe."

Rêxistina Sara ji bo pêşîlêgirtina vê diyardeyê hin çareserî kir û wiha domadnd: " Divê hevkdariya bi sazî, rêxistinên sivîl û desteyan re hebe da ku pêşî li vê rewşê were girtin û astengkirina bidestxistina alavên xwekujiyê yên wekî çekan û hin alavên din.

Li gel vê yekê, divê têkiliyên malbatê werin xurtkirin û ha ji zarokên xwe hebin, dûrî şêwazên tundî û desthilatdariyê bikevin, zarokên xwe li esasê perwerdeya rast û durist mezin bikin û heke rewşên derûnî hebe, serî li navendên derûniyê bidin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistina Sara bang li jinên civakê kir, ku li ser esasî slogana"Bi saxî li ber xwe bide, xurt be û li dijî cîhanê bisekine " tev bigerin.

Tê zanîn ku ji destpêka salê ve li herêma Cizîrê 3 jinan xwe kuştin û heman rûdan li gundê Kerzîro yê navçeya Girê Legê rû da.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ANivTiAEHuI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>