Îro li Cinêvê diyalogên Lîbyayê dest pê dikin

Îro li Cinêvê diyalogên siyasî yên Lîbyayê bêyî ku her du aliyên şer beşdar bibin, dest pê dikin.

Îro li Cinêvê diyalogên Lîbyayê dest pê dikin
26 sibat, 2020   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Şandeya NY`yê ji Lîbyayê re roja sêşemê anî ziman ku tevî aliyên şer ragihandine ku ew tev li diyalogan nabin lê diyalogên siyasî yên Lîbyayê roja çarşemê dê li Cinêvê dest pê bikin.

Berdevê şandeyê Can El-Elim got: "Diyalogên siyasî yên Lîbyayê wekî ku hatiye payîn, dê dest pê bike."

Cîgirê Serokê Meclisa Parlamenteran a Lîbyayê diyar kir ku hemû şandeyên nûnertiya parlamenteyo dikin, xwe ji diyalogan vekişandine û tev lê nabin.

(bx)