Rojeva rojnameyên erebî – 26 Sibatê

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewa Idlibê û Tirkiyê, Iraq û belavbûna vîrusa Koronayê.

Rojeva rojnameyên erebî – 26 Sibatê
26 sibat, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: LI PÊŞIYA ERDOGAN LI IDLIB`Ê DU BIJARTE HENE: YAN PEVÇÛN YAN TESLÎMBÛN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Idlibê nivîsî: “Roja sêşemê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaza rawestandina êrîşên li dijî gundewarên Heleb û Idlibê nepejirandin û got: “Rawestandina şer tê wateya xwe teslîmî terorîstan kirinê.”

Dema ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Şamê re diyar kiribû nêzîkî dide ku xwestibû Şam beriya dawiya Sibatê hêzên xwe vekişînê û vegere beriya 17`ê Kanûnê, ji Moskov jî dibêje ku ev daxwaz ne pêkan e.

Berovajî Enqereyê, Moskov naxwaze ku di navbera serokatiya her du welatan de di demeke nêzîk de hevdîtin pêk bê, rayedarên Rûsyayê hinekî şerê derûnî bi Tirkiyê re dikin, dixwazin mercên xwe bidin qebûlkirin, mercên Rûsyayê ew in ku peymaneke nû ya Soçiyê pêk bê û “herêmeke bêçek” a nû bê destnîşankirin, bi kûrahiya 15 km ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyê veguhêzin wê herêmê, her wiha Enqere jî soz bide ku piştgiriya terorîstan neke.

Enqere jî vê bijarteyê napejirîne, ji ber ku tê wateya ku dê pelikên xwe yên girîng winda bike, di mijara bazarên siyasî yên pêşeroja Sûriyê de.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye di rewşeke aloz de ye, du bijarte li pêşiya wê ne; yek ji ya din tehltir e, yan dê dîsa piştgiriya komên çekdar û cîhadîst bike, ev jî dê windahiyên wê zêde bike ku ta niha zêdeyî 20 leşkerên Tirkiyê li gundewarên Idlib û Helebê hatine kuştin, her wiha dê bi pêleke koçberiyê re rû bi rû bimîne, jixwe civaka Tirkiyê êdî ne amade ye ku koçberan pêşwazî bike. Yan Tirkiye dê xwe paşde bikişîne, jixwe buhayê vê bijarteyê jî di hundir û derve de pir giran e.

EL-BEYAN: NAKOKÎ DIBE KU RÛNIŞTINA BAWERÎDAYÎNA HIKÛMETA ELAWÎ TÊK BIBIN

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Ji ber rêbaza destnîşankirina endamên hikûmetê, piraniya hêzên Iraqê baweriyê nadin hikûmeta serokwezîrê erkdar yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî. Lewma guman hene ku dê perleman hikûmeta wî û programa wî ya hikûmetê erê neke. Jixwe wî metirsiyên xwe anîbûn ziman û gotibû hin plan hene ku dixwazin hikûmeta wî têk bibin. Elawî di programa hikûmeta xwe de ji bo mijara belavkirina milîsan û tunekirina gendeliyê, behsa tiştên giştî kiriye, her wiha wî teqez nekiriye ku dê kuştina xwepêşandêran rawestîne û hêzên Amerîkayê ji welêt derîne, lê wî diyar kir ku temenê vê hikûmetê tenê salek e û erka wê pêkanîna hilbijartinên pêşwext e.

ŞERQ EL-EWSAT: KORONA LI WELATÊN EREBAN Û EWROPA`YÊ BELAV DIBE

Der barê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Duh vîrusa Koronayê li hin welatên Ewropayê û yên Ereban belav bû, li Çînê jî kêm dibe.

 

 

 

Îtalya, Spanya, Nemsa, Xirwatiya, Fransa, Swîsre û Cezaîrê duh ragihand ku hin pêketinên nû li welatên wan çêbûne, li welatên Kendavê jî hejmara nexweşan 40 derbas kir, piraniya wan jî yên ku ji Iranê hatine.

Behreynê ragihand ku 21 rewşên vîrusa Corona ji nav wan 6 jin ji Erebistana Sûidiyê ne, piştî vegera wan ji Îranê di Dubey an Şarîqa ya Îmaratê re, hatin qeydkirin. Bi wê re Behreynê dibistan 2 hefteyan rawestandin û heta demekê qedexe kir ku welatiyên wê neçin Îranê.

Li Cezaîrê jî, kanala fermî duh ragihand ku yekemîn rewşa vîrûsa Korona ji îtaliyekî ku hatiye welat hat qeydkirin.

Li Îranê rêjeya herî bilind a mirina bi sedema vîrûsa Korona hat qeydkirin. Her wiha cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Ibrec Herîtîşî û cîgirê bajarê Tehranê li lîsteya berpirsên ku bi vîrûsa Korona ketine hatin zêdekirin û hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketine zêdetirî 90’î ye.

(kn)