Berdevkê êla El-Agîdat: Em destwerdanên derve red dikin

Berdevkê fermî yê êla El-Agîdat a bajarê Dêrazorê Silêman El-Xelef got: “Em destwerdana derve di axa Sûriyê de red dikin. Em banga diyaloga Sûrî-Sûrî dikin.”

Berdevkê êla El-Agîdat: Em destwerdanên derve red dikin
25 sibat, 2020   07:09
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

 

Artêşa Tirk a dagirker, ji bo DAIŞ’ê ji nûve ava bike, gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Tirkiye dixwaze ewlehî li herêmên li Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neyê. Fitneyê di navbera pêkhateyan û Rêveberiya Xweser de pêk bîne û destwerdana derve di herêmê de zêde bike.

Berdevkê fermî yê êla El-Agîdat a bajarê Dêrazorê Silêman Hemade El-Xelef got: "Dewletên herêmî û navneteweyî bi hincet û sedemên cuda mudexeleya kar û barên Sûriyê dikin. Lê wek êl û rûspiyên Ereb em her destwerdanek biyanî di Sûriyê de red dikin."

El-Xelef axaftinên xwe wiha domand: “Em destwerdanên derve di karûbarên xwe yên hundirîn de qebûl nakin. Em bi çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî-Sûrî re ne. Lê bi şerta ku çareserî  ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê rêzdar be. Em li herêmê biran e. Divê em nêrînên hev bigirin û nîqaş bikin, heya em bigihêjin çareseriyek siyasî."

Di dawiyê de El-Xelef bang kir ku diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de bi dabînên navneteweyî û bi tevlibûna tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê pêk were.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IEAjf1U-JO4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>