Çeteyan gundekî Minbicê topbaran kirin: Jinek birîndar bû

Çeteyên artêşa Tirk  a dagirker gundê Xarûfiyê yê başûrê bajarê Minbicê topbaran kir, di encamê de jinek birîndar bû.

Çeteyan gundekî Minbicê topbaran kirin: Jinek birîndar bû
24 sibat, 2020   14:57
MINBIC

Çeteyên "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundê Xarûfiyê yê başûrê Minbicê ku hêzên rejîma Sûriyê lê bi cih dibin, da ber topban. Di encamê de jinek birîndar bû.

Hêzên rejîmê bersiva topbaranê dan.

ANHA