Di êrişa li ser Şêrawayê de jinek şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Di topbarana li ser gundên navçeya Şêrawayê jinek şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû.

Di êrişa li ser Şêrawayê de jinek şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû-HATE NÛKIRIN
24 sibat, 2020   14:15
EFRÎN

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Kilûte, Bircqas û gundê Mezin ên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê didomînin.

Hate ragihandin ku di topbaranê de jina bi navê Emûna Mensûr Amer (40) şehîd bû û Xelîl Bekrî Ehmed (35) birîndar bû.

ANHA