Rejîm li başûrê Idlibê bi pêş de diçe û Tirkiyê hêzên xwe xurt kirin

Artêşa Tirk li herêmên bejahiya başûrê Idlibê hêzên xwe xurt kirin û hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê her 7 herêm li bejahiya başûrê Idlibê serwer kirin.

Rejîm li başûrê Idlibê bi pêş de diçe û Tirkiyê hêzên xwe xurt kirin
24 sibat, 2020   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê diyar kir ku hêj balafirên şer ên Rûsyayê Hema û Idlibê bombebaran dikin.

Di saetên derengiya şevê û vê sibê de balafiran deverên Ehsem, Barê, Fetîra, Kewkebê, Meher, Kefernubul, Biseqla, derdora Meret Hermê yên bejahiya Idlibê û Şêr Mexar a bejahiya Idlibê kirin armanc. Hêzên rejîmê jî heman herêman topbaran dike.

Hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê li başûrê Idlibê bi pêş de çû û gelek herêm serwer kirin. Di saetên derbasbûyî de herêmên Şêxdamis, Hentotîn, Rekayê, Til Nar, Kefersuxê, Şêx Mistefa û Neqîr serwer kirin.

Hêzên artêşa Tirk jî li Ehsem û nêzî Kensefra û di navbera Kensefra, Barûdê û nêzî Besamis ku dikevin bejahiya başûrê Idlibê, 4 nuqteyên nû çêkirin.

Sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk ji 100 maşîneyan pêk dihat û derengiya şevê derbasî xaka Sûriyê bûn û berê xwe dan herêma Cebel Zawiyê.

Ev geşedan piştî Rûsya û Tirkiyê der barê rewşa Idlibê de negihaştin hevpeymanekê, pêk hat.

Duh Kremlînê dewleta Tirk tawanbar kir ku sozên xwe yên peymana Soçiyê bi cih neanîne.

(eh)