Rejîmê êrişî derdora nuqteya Tirkiyê kir 

Îro balafirên şer ên rejîmê derdora nuqteyeke dewleta Tirk a li bejahiya başûrê Idlibê kir armanc û hêzên dewleta Tirk jî êrişî hêzên rejîmê kir.

Rejîmê êrişî derdora nuqteya Tirkiyê kir 
24 sibat, 2020   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên rejîmê derdora nuqteya dewleta Tirk a li herêma Kensefra ya li Cebel El-Zawiyê ya li başûrê Idlibê topbaran kir û hêzên Tirkiyê jî nuqteyên hêzên rejîmê yên li rojhilatê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Ev jî piştî hêzên rejîma bi pêş de çûn û 7 herêmên li başûrê Idlibê serwer kirin û hêzên Tirkiyê li herêmê hêzên xwe xurt  kirin, pêk hat.

Piştî Rûsya-Tirkiyê der barê rewşa Idlibê de negihaştin heypeymanekê, serokkomarê Tirkiyê careke din gef li rejîma Sûriyê xwarin.

(eh)