Gel ji bo kongreya HDP’ê kom dibe

Kongreya  Asayî ya 4’emîn a HDP'ê îro li dar dikeve. Bi hezaran kes ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo kongreyê li Enqereyê kom bûn.

Gel ji bo kongreya HDP’ê kom dibe
23 sibat, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongeraya  Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  îro paytexta Tirkiyê Enqereyê li dar dikeve. Ji serê sibehê ve welatî li ber salona kongreyê ketin dorê.

Li gel astengiya polîsan jî hejmara kesên ku ketin salonê gihîşt hezaran.  Girseya gel li salonê govend da destpêkirin û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.

Tê payîn ku 30 hezar kes tev li kongreye bibe. Hundirê salona kongreyê tijî bû û ji bo têketina salonê jî dor çêbû.

JI 28 WELATAN TEVLÊBÛN

Ji welatên wekî Tûnûs, Filîstin, Urdun, Fas, Qibris, Swêd, Şerîa Rojava, Fransa, Galiçya, Almanya, Awustralya, Lubnan, Yewnanistan, Bask, Misir, Îtalya, Katalonya, Danîmarka, Norwec, Îngilîstan, Skoçya, Portuqal, Fînlandiya, Swîsre, Spanya, Ermenistan û Iraqê , bi tevahî ji 28 welatên mêvan tev li kongreyê bûne.

BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Di kongreyê de ji saetên serê sibê ve bertekên li dijî tecrîtkirina rêber Abdullah Ocalan bilind dibin. Pankarta “Dawiyê li tecrîdê bînin” li eywanê hat daliqandin.

Di kongreyê de li gel hilbijartina hevserokên giştî yên partiyê, dê ji bo rêveberinê jî gelek kes bên hilbijartin.