Berdevkê êlên Minbicê bang li rejîmê kir: Diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike

Berdevkê Fermî yê Êlên Minbicê Mihemed Sadiq El-Esîdî, bang li rejîma Sûriyê kir ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike, da ku dagirkeriya Tirk were bidawîkirin. 

Berdevkê êlên Minbicê bang li rejîmê kir: Diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike
22 sibat, 2020   12:04
HESEKÊ

El-Esîdî got: "Dewleta Tirk dewleteke dagiker e ne dewleteke avaker e, ji bo wêrankirina Sûriyê û têkbirina hêviyên gelê wê derbasî herêmê bû."

El-Esîdî bi dewamdarî got: "Dewleta Tirk çavê xwe berdaye axa Sûriyê, bazirganî bi ciwanên Sûriyê kir û ew şandin Lîbyayê. Em li dijî vê yekê ne, ji ber ku ew zarokên me ne. Em dixwazin di avakirina Sûriyê ji nû de yek dest bin."

El-Esîdî di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser sekinandina êlên Ereb li rex QSD`ê û got: "Êlên Ereb  bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re ne û em bang li rejîma Sûriyê dikin ku kêleka QSD`ê bisekine, ji bo rizgarkirina axa Sûriyê."

(kc)

ANHA