Li Efrînê hezar çete û malbatên wan hatin bicihkirin

Artêşa Tirk a dagirker bi hezaran çeteyên ku di Idlibê de binketine li gundewarên kantona Efrînê bi cih kir û siyaseta guhertina demografiya herêmê didomîne.

Li Efrînê hezar çete û malbatên wan hatin bicihkirin
22 sibat, 2020   11:33
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker di dema ku şerê li Idlibê dijwar dibe çeteyên ku ji Idlibê direvin tevî malbatên wan li gudewarên kantona Efrînê bi cih dike.

Ji destêka ku Efrînê di sala 2018`an de hate dagirkirin artêşa Tirk a dagirker bi sed hezaran ji niştecihên resen ên Efrînê neçarî koçberiyê kiriye û li şûna wan çeteyan bi cih dike.

Çavkaniyên ji Efrînê ji ajansa me re hejmara çeteyan û cihê bicikirina wan li Efrînê diyar kir.

Artêşa Tirk di 18`ê Sibatê de 84 malbatên çeteyan li gundê Mareskê û zêdeyî 2 hezar û 200 çete li gundê Mirêmîn ên navçeya Şera bi cih kir

Her wiha 19`ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker 69 çete li gundê Tirindê û nêzî 100 çete li gundê Marata bi cih kir.

Artêşa Tirk a dagirker nêzî 60 çete li gundê Mele Xelîl ê navçeya Cendirêsê bi cih kir.

Li gundê El-Xezawiye nêzî hezar û 250 çete, 500 çete li nêzî gundê Îska û nêzî 560 çete li herêma di navabera gundê El-Xezawiye û Birc Ebdalo de, bi cih kir.

(bx)

ANHA