Beşa duyem ji mazotê li şêniyên Hesekê tê belavkirin

Li bajarê Hesekê komîteya xizmetguzariyê dest bi belavkirina beşa duyemîn ji mezotê li ser şêniyan kir.

Beşa duyem ji mazotê li şêniyên Hesekê tê belavkirin
Beşa duyem ji mazotê li şêniyên Hesekê tê belavkirin
22 sibat, 2020   12:20
HESEKÊ

Ji ber rewşa hewayê ya li herêmê parzûnên sotemeniyê hatibûn rawestandin û ji ber wê jî beşa duyemîn ji mazotê dereng li şêniyan hat belavkirin.

Li bajarê Hesekê komîteya xizmetguzariyê bi hevkariya komîteya sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Komîteyê 8 hezar lître mazot li şêniyên taxa Tir Hecir belav kir. Her wiha komînên li taxa El-Mişêrfê, Kelasê û Nasra jî dest bi belavkirina mazotê kir.

Hevserokê komîteya xizmetguhzarî ya taxa Til Hecer Mihemed Îsa diyar kir ku belavkirina madeya mazotê ji ber êrişên li ser herêmê dereng ma, di heman demê de wan şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê pêşwazî kir û madeya mazotê li wan belav kir.

Mihemed Îsa destnîşan kir ku wan madeya mazotê li şêniyên ku neçarî koçberiyê bûne û li kampa Wasûkanî û navendên din li bajarê Hesekê hatine bichkirin, belav kir û ji ber wê jî beşa duyemîn ji mazotê dereng ma.

Îsa di dawiyê de wiha got:"Sala derbasbûyî me beşa yekem ji madeya mazotê Ii şêniyan belav kir lê îsal ji ber êrişên li ser herêmê me di meha Çileyê de belav kir."

Her malbatek 200 lître mazot bi buheyê 77 lîreyên Sûrî digre.

(bx)

ANHA