Pêwîstiya zarokê koçber bi tedawiyê heye

Malbata Wesîm (4) ji bajarê Sibêxan ê yê Dêrazorê, carekî ji ber DAIŞ’ê û carekî jî ji ber dewleta Tirk a dagirker koçber bûn. Wesîm nexweş e û divê bê tedawîkirin. Lê ji ber rewşa madî malbat nikare wî tedawî bike û pêwîstî bi alîkariyê ye.

Pêwîstiya zarokê koçber bi tedawiyê heye
Pêwîstiya zarokê koçber bi tedawiyê heye
Pêwîstiya zarokê koçber bi tedawiyê heye
22 sibat, 2020   06:46
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeran di encama wan êrîşan de bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û kampa Eyn Îsa ya ku koçberên ji deverên cûda yên Sûriyê lê hebûn vala kirin. Ji ber êrişan bi dehhezaran malbat koçber bûn.

Malbata zarokê bi navê Wesîm Fadil El-Derek ji bajarokê Sibêxan ê Dêrazorê ye. Malbat ji ber tirs û astengiyên ku endam û milîsên rejîma Sûriyê derdixin neçar man ku biçe kampa Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ku bi hezaran koçberên ji Sûriyê lê hebûn. Artêşa dagirker û çeteyên wê kamp kirin hedef.

Ji tirsa ku dagirker komkujî li kampê pêk bînin, Rêveberiya Xweser neçar ma kampê vala bike. Malbata Fadil jî berê xwe da kantona Hesekê.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hezaran koçber xwe li bajarê Hesekê û navçeyên wê girtin. Rêveberiya Xweser 64 navend û kampa Waşûkanî ji koçberan re vekir. Di kampa Waşûkanî ya 12 km dikeve rojevayê bajarê Hesekê de 8 hezar û 500 koçber lê hatine bicihkirin.

Malbata Wesîm ji 4 kesan pêk tê, di kampeke nexêxistinkirî ya li navçeya Erîşê ya başûrê bajarê Hesekê de bicih bûne. Li bendê ne ku kamp were sererastkirin. Nexweşiya penceşêrê di serê Wesîm de heye. Wesîm li Şamê tedawî dibû û rewşa wî baş dibû. Lê piştî koçberiyê malbat bê pere ma û neçar man tedawiyê bisekinînin.

Dayika Wesîm, Eyşe El-Fehel dibêje: "Me kurê xwe di nexweşxaneyên Şamê de derman dikir û dermanên kîmyewî dida wî. Ji ber êrişên Tirkiyê em neçar man dîsa koçber bibin û tedawiya Wesîm rawestînin. Pêwîste kurê min zû biçe Şamê ji bo tedawî bibe. Lê rewşa me ya madî dibe asteng.”

Wesîm dibêje, serê wî û çavê wî pir diêşin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X-iqLDNzOpw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>