Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin

Kongereya Star a Helebê hewl dide bi rêya vekirina baxçeyên zarokan alîkariya dayikên kedkar di xwedîkarina zarokan de bike.

Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
Ji bo alîkarîdayîna jinên kedkar baxçeyên zarokan tên vekirin
21 sibat, 2020   10:43
HELEB- SOLÎN REŞÎD

Kongreya Star ji bo sivikkirina barê jinên kedkar 15‘ê Cotmeha 2019’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê ‘Beraîm El-Musteqbel’ baxçeyekî zarokan vekir.

Baxçeyê Beraîm El-Musteqbel li gorî biryarên ku di konferansa Kongreya Star a dawîn de hatibûn dayîn, hate vekirin.

Rêjeya jinên di nava sazî, meclis, komîn û partiyên taxa Şêxmeqsûdê de dixebitin, ji sedî 80 ye.

Rêvebera Koordînasyona Kongreya Star Sîham Bîlal got armanca vekirina vî baxçeyî ew e ku barê dayikan ê di nava meclis û saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dixebitin, sivik bibe.

21 zarok ji 6 mehî heta 5 salî di baxçe de ne û ji aliyê 3 jinan ve têne xwedîkirin. Ji bilî roja înê baxçe rojane ji saet 7:00’an heta 17:00‘an de vekirî ye. Baxçe ji odeyên xewê, lîstik, metbex, rêveberî û pêşwaziyê pêk tê.

Rêvebera Koordînasyona Kongreya Star Sîham Bîlal got: "Ji bo jinên kedkar karibin wekheviyê di navbera karê xwe û xwedîkarina zarokan de çêkin, me ev baxçe vekiriye û wekî mala duyamîn a zarokan e."

ANHA