‘Balafirên Rûsya li Idlibê 1 tank, 6 panzêr û 5 erebeyên çekdarên Tirk rûxandin‘

Wezareta Parastinê ya Rûsyê ragihand ku balafirên Rûsya tankek, 6 panzêr û 5 erebeyên leşkerê yê çeteyên girêdayî Tirkiyê yên ku li Idlibê êrişî nuqteyên artêşa Sûriyê kirin, rûxandin.

‘Balafirên Rûsya li Idlibê 1 tank, 6 panzêr û 5 erebeyên çekdarên Tirk rûxandin‘
20 sibat, 2020   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rûsya ya Lihevkirinê ya li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên Rûsya hişt ku hêzên rejîmê bersiva êrişên çeteyên ên li ser herêmê bidin û destnîşan kir ku hêzên hawayî yên Rûsyayê alavên çekên giran ên çeteyan rûxandin.

Navendê got: "Komên terorist di 20‘ê Sibatê bi hejmarek mezin a panzêran êriş birin ser yekîneyên artêşa erebî ya Sûrî li eniyên Qemînaz- Neyreb."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çekdaran obusên hêzên çekdar ên Tirk bi kar dianîn, ji ber vê yekê xetên parastinê yên artêşa Sûriyê derbas kirin."

Her wiha hate gotin ku 4 leşkerên Sûriyê ji ber topbarana obusên Tirkiyê birîndar bûn.

Wezaretê Parastinê ya Rûsya bang li aliyê Tirkiyê kir ku destekdayîna bi terorê re rawestîne.