Rûsya û Tirkiye di navbera rageşî û nameyên aramkirinê de ne

​​​​​​​Di 2 rojên derbasbûyî de, daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê rewşa li Idlibê de zêde bûn. Hemwextî wê jî dijwariya operasyonên leşkerî heta rêjeyekê kêm bû. Her wiha ji ber ne piştgiriya cidî ya NATO`yê, bijartinên Trikiyê nemane. Gelo ev pêşketin ber bi ku ve diçin?

Rûsya û Tirkiye di navbera rageşî û nameyên aramkirinê de ne
20 sibat, 2020   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe ji rejîma Sûriyê re ya ku piştgiriya xwe ji Rûsya digire, dewam dike. Li ser wê yekê jî Kremelînê bersiv da û got êrişa Tirkiye li dijî hêzên rejîmê, sînaryoyeke xirab e.

"ŞERÊ RASTERAST DÊ GIRAN BE, DÊ ENCAMÊN XETERNAK JI BO BERJEWENDIYÊN HEMÛ ALIYAN BI XWE RE BÎNE"

Der barê mijarê de, muxalif û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Xeyas Neyse ji ajansa me ANHA`yê re wiha axivî: "Wekî tê xuyakirin, di 2 rojên borî de daxuyaniyên tund û gefên Tirkiye-Rûsyayê, zêde bûn. Her wiha operasyonên leşkerî kêm bûn. Her du alî dizanin ku dê şerekî rasterast di navbera wan de dê giran be û dê encamên xeternak ji bo  berjewendiyên stratejîk ên Tirkiye û Rûsyayê , bi xwe re bîne."

Xeyas wiha domand: "Yek ji sedemên Rûsyayê ku piştgiriya êrişa dawî ya hêzên rejîmê kir ku di encamê de rejîmê herêmên berfireh li gundewarên Heleb û Idlibê bi dest xist, ne tenê herêmên serweriya rejîma Sûriyeyê li ser herêmên ji Sûriyê ferehtir, lê belê yek ji armancên girîng ew ku Rûsya hewl dide aboriya Sûriyê careke din geş bike. Ji ber ku Heleb, navenda aboriya Sûriyêye û bi destxistina wê tê wateya geşkirina aboriya Sûriyê ya nîv têkçûyî.  Lê belê Rûsya bi tenê nikar vê yekê bike. Ji bo geşkirina aboriya Helebê û gundewarên wê,  di serî de vekirina rêya M5 û piştre vekirina rêya M4 da ku Heleb bi Lazîqiyê û Şamê ve girê bide, tê xwestin.

Tişta ku dewleta Tirk jê ditirse ku hebûna xwe li Sûriyê lawaz bibe. Eger dewamkirina berfirehkirina hêzên rejîmê qebûl bike, dê serweriya xwe li Idlibê qels bibe û dê Efrîn û herêmên û herêmên din ku Tirkiye dagir kirine eşkere bibin. Di nava hevsengiya hêzan de, ev yek helwesta dewletaTirk lawaz dike."

‘AMERÎKA HELWESTÊN TIRKIYE LI DIJÎ RÛSYAYÊ TUJTIR DIKE‘

Neyse di dewama axaftina xwe de wiha  got: "Wekî ku ji daxuyaniyên berpirsên Amerîkî xuya dike, Amerîka helwestên Tirkiye li dijî Rûsyayê tujtir dike. Her wiha hewl dide ku dewletaTirk ji Rûsyayê bêhtir, bi aliyê xwe ve bikişîne. Em dikarin wekî lîstoka ben kişandinê  di navbera Amerîka û Rûsyayê de bi nav bikin, ku her aliyek dixwaze Tirkiye bi aliyê xwe ve bikişîne. Vê yekê di deh salên dawîn de, tevgereke zêde da rejîma Tirkiyê ku zanîbû bi kar bîne. Lê belê dewleta Tirk baweriya xwe zêde bi Amerîkayê naîne. Ji ber ku ji siyasetên Amerîkayê xuya dibe ku Amerîka ji bo xizmeta berjewendiyên xwe, zû dev ji "hevalbendên" xwe berdide."

Xeyas bi domdarî wiha got: "Eger şerekî rasterast ê Tirkiye û Rûsyayê pêk were, bawer nakim ku Amerîka yan NATO destekê bidin Tirkiye.  Li gorî texmînên min ev sînaryo ne pêkan e. Dan û standinên poşmaniyê ji bo gihîştina muzakereyekê ku berjewendiyên her aliyekî û hevsengiya hêzan di ber çavan re bigire, dê bihêle tewîz bên dayîn. Di her rewşê de, ev peyman dê li ser hesabê xwîn û berjewendiya gelê Sûriyê be ku tekane qurbanî be."

‘ADANE, SOÇÎ Û ASTANE…BEHANEYÊN TIRKIYEYÊ JI BO MAYÎNDEKIRINA DAGIRKERIYA XWE NE‘

Der barê hebûna Tirkiye li Sûriyê, Neyse wiha diyar kir: "Tu rewabûna hebûna Tirkiyê li Sûriyê tine ye. Ev dagirkerî ye. Her wiha tu rewabûna hebûna leşkerî ya hêzên biyanî li welatê me tine ye. Di şertên şerê navxweyî de, tu kes rewabûna hebûna leşkerî ya hêzên biyanî nagire. Ev şerekî vekirî ye ku berjewendî, stratejîk û serwerî li ser hakim e. DewletaTirk  dixwaze serweriya xwe li Sûriyê mayînde bike û projeyên rizgariyê yên gelê Sûriyê asteng bike. Her wiha nahêle ku gelê Kurd mafê xwe yê azadiyê û mafên netewî bi dest bixe. Ji ber vê yekê di bin behaneyên cûda de yên wekî ewlehiya netewî ya Tirkiyê, parastina sivîlan, astengkirina veqetînê, peymanên Adane, Soçî û Astaneyê de kiryarên herî xirab pêk tîne.  Rejîma Tirk bi hêsanî ji erdên Sûriyê ku dagirkirine dernakeve. Dagirker ji xwe berê ji welatê me dernakevin, lê belê dê bi vîn û berxwedana gelê Sûriyê derkevin."

"ŞERÊ HÊZÊN HEGEMON DÊ ZEXTÊ LI PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ZÊDE BIKE"

Der barê encamên vê yekê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Neyse wiha dibîne: "Li aliyê din, vê rewşa ne istqrarbûyî û şerê hêzên hegemon li welatê me, dê zextê û gefên li ser projeya Rêveberiya Xweser zêde bike. Rêveberiya Xweser divê ne tenê parastina  projeya xwe bi hêzê û xwespartina gel bike, lê belê divê beşdarbûna gelêrî ya berfireh di hemû deste û astan de xurt bike. Her wiha divê siyaseteke civakî û aborî ku li gorî daxwaz û berjewendiyên gel in, pêk bîne. Ji ber ku gel pişta qewîn û navaroka vê projeyê ye."

"DIVÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK ÊN SÛRIYÊ BI PROJEYA DEMOKRATÎK A RÊVEBERIYA XWESER LI HEV KOM BIBIN"

Neyse axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi giştî, yekkirin û komkirina hêzên demokratîk ên niştîmanî yên Sûriyê bi projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser re, ereke sereke ye. Tê xwestin ku şaştiyên opozisyonê yên salên dawîn nekevin meryetê, lê belê divê bi hemû hêzên demokraîk ên rasteqîn re ku ne girêdayî ajandeyên derve ne, dan û standin bê kirin  da ku em karibin zehmetiyên niha û yên demên pêş derbas bikin."

 (cx)

ANHA