Mijarên rojnameyên erebî – 18 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê û civîna di navbera Rûsya û Tirkiyê de nivîsî, her wiha mijarên mîna aloziya Iraqê û mijara “Projeya Sedsalê” jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 18 Sibat
18 sibat, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TIRKIYE NIKARE LI SÛRIYÊ BERAMBERIYA RÛSYAYÊ BIKE Û LÊ DIGERE KU ÇAWA ŞERMA XWE VEŞÊRE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewş û geşedanên li Idlibê de nivîsî. Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Roja duşemê li Moskovê tura duyemîn a hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê pêk hatin, di vê navberê de artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê bi pêş diket. Artêşê bi dehan bajarokên gundewarên bakurê rojavayê Helebê vegerandin û komên cîhadîst ji wir derxisin, lewma êdî ew dikarin rêya navdewletî bi kar bînin û balafirgeha Helebê jî vekin.”

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye bi qelsî kete nava hevdîtinan, ev yek ji daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê diyar bû ku wan gefên xwe kêm kirin, piştî tê gihîştin ku beramberiya bi Rûsyayê re dê encamên nebaş bi xwe re bîne, her wiha ew di hêla pratîk de li ser erdê nikarin tiştekî biguherînin, tevî ku Tirkiye hêzên xwe vediguhêze herêmê.

Di rojên dawiyê de diyar bû ku serok Recep Tayyîp Erdogan xwe daye aliyekî û nema gefan li Şamê dixwe, her wiha rexneyên Rûsyayê jî nake. Piştî ku hefteya derbasbûyî êrişeke dijwar kir, dema ku hêzên wî hatin topbarankirin, her wiha gef li Şamê xwarin ku ew ê hêzên Sûriyê bombebaran bike.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye paşde vegeriya û ji darî dakete xwar, ji ber ku ew nikare qumarbaziyê bike, bi taybet ji ber ku dewletên Rojava ne li pişta wê ne. Tirkiye nikare êdî rewşa ku Rûsyayê li ser erdê pêk aniye, biguherîne.

Ajansa Tas li ser zimanê çavkaniyeke NATO`yê ragihand ku eger Enqere operasyoneke leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anî, ew ê alîkariya Tirkiyê nekin.

Çavdêr dibêjin ku rejîma serok Erdogan dê hewl bide di hevdîtinên bi Rûsyayê re, windahiyên xwe li Idlibê kêm bike û bi Rûsyayê re lihevhatinekê pêk bîne ku karibe li pêş raya giştî ya Tirkiyê şerma xwe veşêre.

EL-BEYAN: HEVGIRTINEKE IRAQÎ DÊ BIJARTEYÊN ELAWÎ ASTENG BIKE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê yê erkdar, ji bo avakirina kabîneya hikûmetê astengiyan dikişîne, ji her du aliyên Kuran û Suniyan fişarê lê dikin. Çavkaniyan diyar kir ku Elawî dê “kabîneyeke wezîran ya kêm ku ji 19 wezîran pêk tê, pêşkêş bike, her wiha dê hinek wezaretan dereng bihêle.”

Hevdîtinên serokê perlemanê, Mihemed El-Helbûsî ku di heman demê de serokê bloka “hêzan” e, hevdîtinên wû bi rayedarên Kurd li herêma Kurdistanê re, dide nîşan ku aliyên siyasî yên Kurd û sunnî ditirsin ku di hikûmeta Elawî de bêne paşguhkirin. Jixwe tê payîn ku Elawî bê hefteyê kabîneya hikûmetê pêşkêşî parlemanê bike.”

ŞERQ EL-EWSAT: JI BO ÇESPANDINA ALTERNATÎFA ‘PROJEYA SEDSALÊ’ HEVDÎTIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Hin raporên ji Îsraîlê diyar kir ku di Kongreya Munchenê ya ewlehiyê de, hin hevdîtin pêk hatin ku dixwazin nêrîneke erebî ewropî weke alternatîfa “Projeya Sedsalê” ya serokê Amarîkayê Donald Trump biçesipînin.

Rojnameya Maarîf ya Îsraîlê ragihand ku ev hewldan di dema Kongreya Munchenê de, di civîna wezîrên derve yên Fransa, Almanya, Misir û Urdunê de pêk hat.

Balyozê Filistînê yê li Yekitiya Ewropayê Adil Atiya got wezîrên karên derve yên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê di civînê de li hev kir ku di civîna bê ya meha Adarê  de, helwesta stratejîk a YE`yê der barê “Projeya Sedsalê” de binirxînin, her wiha mekanîzmayên çalakkirina komîteya çaralî ya nadewletî.