Diyalogên Rûsya û Tirkiyê dîsa encam neda û dê sibe berdewam bike

Rûsya û Tirkiyê derbarê rewşa Idlibê  de negihaştin lihevkirinan û biyar hate dayîn ku sibe diyalogan berdewam bikin.

Diyalogên Rûsya û Tirkiyê dîsa encam neda û dê sibe berdewam bike
17 sibat, 2020   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reuters ji wezareta Karê Derve ya Tirkiyê , diyarlogên Rûsya û Tirkiyê yên derbarê rewşa Idlibê de dê sibe berdewam bikin.

Rayedarên Tirk û Rûs bergiriyên têkildarî pêkanîna hevpeymanên berî niha ji rawestandina binpêkirinên li Idlibê lihevkirin derbarê wan çêbûne, nîqaş kirin.

Tevî gelek civînên ku di navbera Enqera û Moskowa de pêk hatin li heta niha negihiştin lihevkirinan.

(eh)