‘Navendên lihevanîna nîştimanî’ li Efrînê têne avakirin

​​​​​​​Çavkaniyên herêmî diyar kir ku dewleta Tirk û Rûsyayê dest bi avakirina “navendên lihevanîna nîştimanî” li hin herêmên Efrînê kir.

‘Navendên lihevanîna nîştimanî’ li Efrînê têne avakirin
17 sibat, 2020   12:39
​​​​​​​ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re destnîşan kir ku herêmên navendên lihevanîna nîştimanî lê hatine avakirin, ev in: gundê Kefercenê, Cindirês û navenda Efrînê.

Çavkaniyên herêmî yên ji Efrînê diyar kir ku navendên lihevanînê bi koordînasyona Tirkiye – Rûsyayê li gundewarên Efrînê hatine avakirin.

Çavkaniyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina navendên lihevanîna nîştimanî ku rewşa komên çete bi rejîmê re sererast bike.

 (bx)

ANHA