Bi meşeke girseyî şêniyên herêma Efrînê komplo şermezar kir

Bi diruşma "Dê sala 22’yemîn a komployê bi berxwedan û têkoşîna gel bibe serketin û azadiya rêbertî" îro bi hezaran şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê beşdarî meşê bûn.

15 sibat, 2020   13:02
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê bi çûk û mezinan herikîn kolanan ku beşdarî meşa şermezarkirina komployê bibin, her wiha şêniyan piştrast kir ku dê di oxira azadiya rêber Abdullah Ocalan de bi israr li ber xwe bidin. Şêniyan cilên wêneyên rêber Ocalan ên bi nivîsên "bê serok jiyan nabe li xwe kirin."

Meşvanan wêneyên rêber Ocalan, pankartên bi zimanên erebî û Kurdî"Projeya neteweya demokratîk ji bilî azadiya rêber Apo bi ser nakeve", "Ocalan rêberê aştiyê ye" û"Azadî ji bo rêber Apo" hildan.

Meş ji têketina navçeya Fafînê tevî girseya şêniyan dest pê kir. Di meşê de şêniyan diruşmên şermezarkirina komploya navneteweyî, banga azadiya rêbertî hildan.

Meş li tevahî kolanên sereke yên navçeya Fafînê gerî û li dibistana fêrbûna ajotina erebeyan a navenda naçeyê vegerî mitîngê.

Şêniyan deqeyeke rêz girt û piştî wê guhdarî qeydek ji dengê rêber Ocalan kir. Di qeydê de rêbertî li ser hovtiya dewletên kapîtalîst û ferzkirina rejîmên xwe li dijî gelan, hewldana pêkanîna wê sîstemê li ser gelê Kurd, axivî.  

Piştre endama Koordînasyona Kongre Star a Herêma Cizîrê Neteweyî Serkeftin axivî û wiha got: "Girêdana gel bi rêber Abdullah Ocalan re komplo bi bin xist."

Dewletên kapîtal ên ku rêber Apo ji bo temamkirina planên xwe li Rojhilata Navîn asteng dîtin, komplo pêk anîn ku ji xelas bibin. Ew komplo jî bi saya berxwedana gel û girêdana gel bi fikir û felsefeya Ocalan, bi bin ket."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz Suleyman Cafer bal kişand li ser fikra Abdullah Ocalan a gelan ji koletî û fersendan rizgar dike û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk dibêje, wan kurd kirine gorê û binax kirine. Lê belê wek çawa Îbrahîm Xelîl pot şikandin û yekxweda ragihand, rêber Apo jî kelepçeyên koletiyê şikandin û ragihand ku dê gelan ji îhanet û koletiyê rizgar bike."

Meş bi diruşmên banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1lnGxx9pkQM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>