Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike

Apê Îsmaîl bi gotina rêbertî ya"Girêdana bi armancê ve, jêdera hêzê ye"jînenîgariya têkoşîna xwe berdewam dike û felsefeya Ocalan belav dike.

Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike
Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike
Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike
Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike
Tevî temenê xwe yê mezin, felsefeya Ocalan belav dike
15 sibat, 2020   07:48
​​​​​​​HELEB-HENAN MIHMED-MIHMED EBDO

Bi armanca parastina mafên xwe yên rewa gelek malbatên taxa Şêxmeqsûdê çi di dema rejîma Baas de û çi di nava salên şoreşê de be, berxwedaneke efsûnî nîşan dan.

Apê Îslamîl Xelîl Qeblan(90) ku ji gundê Holyo yê navçeya Raco ye û bavê 4 xort û 3 keçan e yek ji wan malbat e. Kurî apê Îsmaîl Mihmed Qeblan(Bedran)di sala 1995`an di nava HPG`ê şehîd bû.

Apê Îsmaîl di salên 90 de Tevgera Rizgariya Kurdistanê naskiriye û enerjî û dema xwe ji bo belavkirina fikirê vê tevgerê veqetand û di nava gel de kar û xebata siyasî û rêxistinî kir. Apê Îsmaîl di pêvajoya têkoşîna de ji binçavkirin û tepeserkirinê bê par nemaye, lê tevî vê yekê têkoşîna xwe berdewam kir û mala xwe kir cihê birêvebirina civînan.

Apê Îsmaîl gelek caran bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya, lewma hîn jî perspektîfên hevdîtina carekê di bîra apê Îsmaîl de maye û wiha par ve dike, rêbertî bal dikişand ser girîngiya berdewamiya têkoşînê û divê tu kiryar nikaribe vîn û israra we bişkîne.

Dema çeteyan 2013`an êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin, şêniyan bi rêya avakirina komînan û meclisan xwe birêxistin dikirin û apê Îsmaîl di navakirina Meclisa Malbatên Şehîdan de xwedan rol bû.

XITYARÎ LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA WÎ NEBÛ KELEM

Derbarê kar û xebata di Meclisa Malbatê Şehîdan de apê Îsmaîl axivî û wiha got: "Min tu carî xityarî ji bo berdewamiya têkoşînê xwe nekir asteng, ji ber rêbertî domdar îşaret bi armancê dikir, lewma rêbertî ji bo min jêdera hêzê bû û bi vî awayî min temenê xwe yê mayî ji bo belavkirina felsefeya rêbertî veqetand."

Apê Îsmaîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: " Kar û xebata ku dikin di oxira azadiya gelê Kurd ye, heke yekîtiya kurdan çêbibe ew ê bi ser bikevin. Lewma divê her kes bi erka xwe rabe û azadiya xwe misoger bike."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xb9nA4cjdEU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>