Şanoya "Jina bi tenê" li Kobanê hate pêşandan

Koma Sarya Baran şanoya xwe ya "Jina bi tenê" li bajarê Kobanê pêşanda.

Şanoya "Jina bi tenê" li Kobanê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Kobanê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Kobanê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Kobanê hate pêşandan
13 sibat, 2020   15:39
KOBANÊ

Koma Sarya Baran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê bi hevkariya Tevgera Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê şanoya xwe ya "Jina bi tenê" pêşanda. Koma Sarya Baran bi gelek şanoyên xwe beşdarî Mîhrîcana Çaremîn a Mîtan a li kantona Şehbayê dihat lidarxistin, bû, piştî bidawîbûna mîhrîcanê Koma Sarya şanoyên xwe pêşanda.

 Şano, li hola civînan a navneda çand û hunerê ya Kobanê ya Baqî Xido bi amadebûna bi dehan şêniyan hate pêşandan.

Şanoya "Jina bi tenê" balê dikşîne ser zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar a ku li dijî jinan, tê meşandin, tundiya bedengî û dirûnî li ser jinan, rêbazên rizgarkirina jin û civakê ji vê zihniyetê.

Tê payîn Koma Sarya Baran şanoyên din li Kobanê pêşkêş bike.

ANHA