Artêşa Lîbyayê navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê eşkere kirin

Berdevkê fermî yê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku Tirkiyê çeteyên El-Nusra yên ser bi rêxistina El-Qaîde û DAIŞ’ê ve şandine Terablusê da ku destekê bibin hikûmeta Wîfaqê. El-Mismarî navên hin çeteyan eşkere kirin.

Artêşa Lîbyayê navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê eşkere kirin
Artêşa Lîbyayê navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê eşkere kirin
Artêşa Lîbyayê navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê eşkere kirin
Artêşa Lîbyayê navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê eşkere kirin
13 sibat, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de got: “Agahî li cem me hene ku Tirkiyê lîsteyek bi navê 229 terorîstn amade kiriye da ku wan ji Sûriyê bişîne Lîbyayê. Hin ji wan gihaştine Terablusê û hin din jî xwe amade dikin da ku bên Lîbyayê.”

El-Mismarî lîsteyek ji navên terorîstên herî xeternak ên ku di demên dawî de gihaştine Terablûsê paytext Lîbyayê eşkere kir. Ji wan çeteyan navên hinekan wiha ne:

Usama El-Seyid Qasim, ji Misrê ye û bi navê Ebû El-Hars El-Misrî tê naskirin. Di doza qetilkirina serokê Misrê Mihemed Enwer El-Sadat de 50 sal ceza girtiye. Her wiha ji hêla ewlekariya Misrê ve di dozên qetilkirinê de tê xwestin. Di sala 2013`an de direve Lîbyayê û li Binxazî tev li rêxistina Ensar El-Şerîa dibe. Li wir dibe fermandarekî Cebhet El-Nusra ya terorîst û piştre tev li Heyet Tehrîr El-Şam dibe. Bi vê yekê êdî di bin sponseriya îstixbarata Tirkiyê û Qeterê de kar dike û diçe Tirkiyê û Sûriyê. Niha wek çete ji bo hesabê hikumeta El-Wîfaq li Lîbyayê kar dike.

Bîlal Bin Yusif Bin Mihemed El-Şawaşî, bi navê Ebû Yihya Zekeriya tê naskirin. Ji Tunisê ye û di sala 2013`an de diçe Lîbyayê piştre Tirkiyê. Li Sûriyê li bajarê Babê di nav Cebhet El-Nusra de derket holê. Hinek diyar dikin ku ew tev li DAIŞ`ê bûye û piştre jê qut bûye û çûye Tirkiyê. Li ser wê rêxistinê fermana girtina wî tevî komeke mezin ji DAIŞ`iyên bakurê Afrîkayê da. Niha ji bo piştgiriya hêzên hikumeta El-Wîfaq kar dike.

Abdullah Mihemed El-Anzî, bi navê Ebû Mihemed El-Cizrawî tê naskirin. Di sala 1993`yan de li Erebistana Siûdî ji dayik bûye. Di 2015`an de ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe û tev li rêxistina DAIŞ`ê dibe. Piştre li dijî artêşa Sûriyê li gundewarên Şam û Himsê şer dike û dibe mîrê milîsên Isûd El-Adnanî. Piştre di sala 2017`an de piştî ku artêşa Sûriyê wan tengav dike, diçe Ezazê û tev li koma Ehrar El-Şerqiye dibe. Ew li cem gelek aliyên ewlekariyê tê xwestin û niha li Trablusê ye da ku di nav hêzên El-Wîfaq de şer bike.

Yihya Tahir Ferxalî, ji Misrê ye û bi navê Ebû El-Ferac El-Ferxalî tê naskirin. Serokê buroya şerîatê ya çeteyên Ehrar El-Şam a girêdayî El-Qaîdeyê ye, 9 tugayên şerker bi navê Tugayên El-Fetih ava kirin. Piraniya wan tugayan li Lîbyayê ne.