Meyser Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand çavkaniya aştî û demokrasiyê 

Ji rêveberên Kongreya Star Meyser Hemo da zanîn ku rêber Ocalan bû sembola demokrasî aştî û rizgariya ji zilm û zordariyê û got "Rêbertî di gîrtîgehê de jî şerê dijminên xwe kir, li şûna ku bibe cihê sirgûn û tunekirinê, Îmralî kir dibistana çareseriyê û rizgarbûna ji bindestiyê."

Meyser Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand çavkaniya aştî û demokrasiyê 
Meyser Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand çavkaniya aştî û demokrasiyê 
Meyser Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand çavkaniya aştî û demokrasiyê 
12 sibat, 2020   13:18
HESEKÊ

Di 15`ê Sibata 1999`an de li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat ku hêzên serweriya kapîtalîzmê dikin û dewletên herêmî beşdar bûn. Ruxmî ku di ser komployê re 21 sal derbas bûn jî, lê belê heta niha bi rengê tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan dewam dike.

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di çarçoveya dewamkirina komployê û qirkirina gelên herêmê de pêk tên. Ji ber ku sîstema herêmê bi rê ve dibe, bingeha xwe ji fikrên Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk digire ku wekhevî û edaletê di nava gelên herêmê de pêk tîne.

Bi dirûşma "Soza me em pergala Îmraliyê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn" Kongreya Star li bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina komployê civînek li dar xist. Civîn li hola Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Til Hecerê li dar ket û endamên Kongreya Star û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di civînê de ji rêveberên Kongreya Star Meyser Hemo semînerek da. Meyser axaftina xwe wiha dest pê kir: "Ji 15`ê Sibata 1999`an de, nûnerê aştî, mirovahî û demokrasiyê rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye."

Meyser Hemo destnîşan kir ku fikr, felsefe û berxwedana Ocalan veguherî şoreşeke li dijî bindestî û sîstema kapîtalîzmê û wiha lê zêde kir: "Wî bi xwe girtîgeha yekkesî veguherand çavkaniyeke demokrasî, aştiyê û rizgariya ji zilm û zordariyê."      

Meyser bi domdarî got: "Rêberiya ku di girtîgehê de jî şerê dijminên xwe kir, li şûna ku bibe cihê sirgûn û tunekirinê dikarî Îmraliyê bike dibistana çareseriyê û rizgarbûna ji bindestiyê."

Meyser îşaret pê kir ku ruxmî tecrîda giran a ji aliyê dewleta Tirk ve û ragirtina di girtîgeha yekkesî de, rêber Ocalan karîbû tecrîdê derbas bike, ji ber vê yekê dewleta Tirk bi mehrûmkirina Ocalan  ji pêdiviyên cîhanê bi taybet ên tenduristiyê dixwaza Ocalan tasfiye bike.

Di dawiya axaftina xwe de, ji rêveberên Kongreya Star Meyser wiha got: "Komploya hêzên kapîtalîst û dewleta Tirk a li dijî rêber Ocalan, israra me kêm nake. Em soza berdewamkirina rêya berxwedan û têkoşînê nû dikin heta ku em dîwarê girîtgeha Îmraliyê dirûxînin û rêber Ocalan azad dikin. Ji ber ku ev komplo di şexsê kesekî de, li dijî hemû gelên cîhanê yên bindest pêk hat."

Civîn bi dirûşmên şermezarkirina komplo û tecrîdê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_QdH-hs5cNk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>