​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Komplo negihişt armanca xwe

​​​​​​​Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Komploya navneteweyî nikare rê li pêşiya belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigire. Komplo negihişt armanca xwe.” Şêniyên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Kurd, girêdayî komploya navnetewî û bandorên wê yên li ser herêmê, axivîn.

​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Komplo negihişt armanca xwe
11 sibat, 2020   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN-RÊNAS REMO

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo Qamişlo nêrînên xwe yên girêdyaî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rave kirin. Şêniyan sedemên hedefgirtina Ocalan şîrove kirin û gotin: “Komplo negihişt armanca xwe.”

Dewletên komploger, di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployek qirêj Rêber Abdullah Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Armanc tunekirine fikre Ocalan û hebûna Kurdan bû. Lê fikr, felsefe û stratejiya Ocalan ya ji bo pêşerojê nehişt ku doza Kurd bihele, vîn û israra gelê Kurd ji bo ku mafên xwe bidest bixe, zêde kir.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê gotin: “Armanca dewletên dagirker tunekirina fikr û felsefeya Ocalan a azadîxwaz û demokratîk bû. Her wiha têkbirina hêviyên gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bû. Komplo çêkirin, ji ber nedixwestin gelên herêmê azadiya xwe bidest bixin û dewletên neteweperest û kapîtalîst bi hêsanî gelên herêmê  kontrol bikin.”

Şêniyan gotin: “Komploger negihiştin armancên xwe. Ji ber ku gelên herêmê bi rêya hevgirtina xwe ya li hember desthilatdaran li ber xwe dan û armancên dewletên komploger têk birin.”

(şx)

ANHA