Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin

Rêveberiya Zanîngeha Rojava Fakulteya Jineolojiyê bi fakulteyên Ziman û Zanistên Civakî ve girêdan. Li gel vê yekê pergala perwerdê pêş xistin.

Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin
Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin
Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin
Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin
11 sibat, 2020   06:17
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Zanîngeha Rojava destpêka sala 2017`an cara yekemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa Jineolojiyê vekirin û ji 25 xwendekaran pêk tê.

Xwendekarên Fakulteya Jineolojiyê 2 sale dixwînin û pergala perwerdê ya beşa zansita jinê di her 3 qonaxan  de xwe dispêre ezmûnan. Madeyên di Fakulteyê de têne  dayîn ev in; Zimanê Kurdî, Dîroka Jinê, Aborî, Rêbazên Lêkolînê û Têgehan.

Piştî Fakulteya  Jinelojiyê dewreya yekemîn bi dawî kir, hin guhartin di Fakulteyê de çêkirin û Fakulte tevlî beşa beşa Zanistên Civakî kirin. Her wiha guhartin di pergala ezmûnan de çêkirin. Li  ser vî esasî pergala ezmûnan bû ser du qonaxan.

Dihat payîn ku konferansa yekemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cotmeha derbasbûyî bihata lidarxistin. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar neket.

Rêvebera Fakulteya Jineolojiyê Yasmîn Hisên wiha got: “Li gorî pergala zanîngehê her 2 salan konferans tê li dar xistin. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk konferans nehat lidarxistin û civîneke biçûk ji Meclisa Zanîngehê, mamosteyan, berdevka xwendekaran, endamên erşîfê û rêveberên zanîngehan re  hat lidarxistin.”

Yasmîn Hisên bal kişand ser encamên civînê û wiha parve kir: “Hin bendên Fakulteya Jineolojiyê hatin  guhartin û pergaleke nû hate erêkirin. Li ser vî esasî Jineolojiyê bû beşek ji Fakulteya Zanistên Civakî. Di milekî din de guhartinên hatin çêkirin jî şert û mercên pêvajoyê dan ber çav. Li dibistanên Rêveberiya Xweser madeya Jineolojiyê di qonaxa duyemîn de wekî madeyeke sereke ye.”

Yasmîn wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêveberiya Fakulteya Jineolojiyê xwendekarên ji Fakulteyê derdiçin, li gorî xwestekên wan li saziyên  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar dikin. Sala destpêkê 11 xwendekar ji Fakulteyê derçûn.”

(eh)

ANHA