Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye

Koçberên Kampa Weşûkanî gotin: “Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Watanî ya Sûriyê” ji dagirkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê ye.  armanc dikin, demografiya herêmê biguherin. Em dixwazin ku çete ji warê me derkevin, da ku em vegerin warên xwe.”

Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
11 sibat, 2020   06:14
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku bi sedhezaran şênî ji warên xwe koçber bûn. Piraniya koçberan berê xwe dan bajarê Hesekê. Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 navend ji koçberan re amade kirin. Her wiha kampa Waşûkanî jî ava kirin. Waşûkanî bi 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, heman kiryarên DAIŞ`ê li dijî sivîlan pêk tînin. Malên sivîlan talan dikin, dişewitînin û wêran dikin.

Dewleta Tirk  û çeteyên wê, ji dema dagirkirina herêmê ve hewl didin demografiya wê biguherin, navên qad, kolan û saziyan diguherin û alên Tirkiyê li ser dadiliqînin.

Piştî valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen, artêşa Tirk a dagirker malên şêniyan li ser malbatên çeteyên xwe belav kirin. Her wiha malbatên ji bajarên din, li bajêr bi cih kirin.

Lê tevî şertên trajedîk ên koçberan, israra şêniyan a ji bo berxwedanê di asta herî jor de ye. Koçberên kampê girêdayî armanca Tirkiyê axivîn û berxwedana di şertûmercên dijwar de teqez kirin.

Heniye Bilo ji gundê El-Arîşe yê girêdayî Serêkaniyê ye. Heniye  dibêje: "Ji ber binpêkirinên çeteyên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” em koçber bûn. Dagirkeran bi tevahiya çekan warên me topbaran kirin."

Heniye tevî malbata xwe ya ku ji 5 endaman pêk tê, di nav Kampa Weşûkanî de dimîne. Girêdayî mijarê wiha axivî: "Çete malên me talan û wêran dikin.”

Koçberê bi navê Telce Alyan ji şêniyên gundê Zirgan ê girêdayî Serêkaniyê ye dibêje: "Em neçar man ji warên xwe koçber bibin. Artêşa Tirk a dagirker armanc dike demografiya herêmê biguhere. Em nikarin vegerin warên xwe ji ber ku çete û malbatên xwe li wir in.”

 Koçbera bi navê Xewle El-Mihemed ji şêniyên gundê El-Tawîle yê girêdayî Serêkaniyê ye. Xewle got: “Ev hêvî dikim ku vegerim mal xwe. Helbet piştî ku çeteyên Artêşa Watanî ya Sûriyê jê derkevin.”

Li gorî Komîteya Karûbarên herêmê  di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên ku heta niha berdewam in DE, zêdetirî 470 sivîl hatin kuştin û hezar û 70 kes birîndar bûn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7IznRRcXwOs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>