Himêmîm: Bersiva êrişa bi 2 balafirên bê mirovan hate dayîn

Navenda Rûsya ya lihevanînê ya li Sûriyê ragihand ku pergala parastina hewayî ya baregeha "Himêmîm" du balafirên bê mirov ku çekdaran ji Idlibê rakirine, xistine xwarê.

Himêmîm: Bersiva êrişa bi 2 balafirên bê mirovan hate dayîn
10 sibat, 2020   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê navendê Yuri Burenkov di daxuyaniyekê de got: "Pargala parastina hawayê ya bargeha `Himêmîm` îro du balafirên bê mirov ên ku ji axa di bin kontrola çekdaran de li Herêma Bêçek li parêzgeha Idlibê rabûne, xistin. "

Burenkov diyar kir ku pergala `Pantsir S` a parastina hawayê êrişa yekemîn şikand a ku ji aliyê rojhilatê bakur ve hatiye, yanî bi 2 km dûrî bargehê. Balafir bi 6 km dûrî bargehê ji aliyê bakurê rojava ve hate bêbandorkirin.

Navendê ragihand ku tiştek bi kesî nehat û baregeha`Himêmîn` karê xwe didomîne.

(şx)