Jeffrey diçe Tirkiyê

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku nûnerê Washingtonê yê têkildarî karûbarên Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê James Jeffrey dê îro biçe Tirkiyê da ku rewşa Idlibê nîqaş bike.

Jeffrey diçe Tirkiyê
10 sibat, 2020   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, gera James Jeffrey a derve dê îro ji Tirkiyê destpê bike. Li gorî plana gerê, wê biçe Almanya û hinek dewletên Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de diyar bû ku Jeffrey wê li Enqereyê bi rayedarên Tirk ên peyabilind re bicive da ku dozên girîng ji bo her du aliyan re nîqaş bikin, di nav de pêşketina rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsya li herêma Idlibê. Her wiha rewşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya 2254 ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, xebatên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê.

Wezaretê diyar kir ku Jeffrey wê di 13`ê Sibatê de bigihêje bajarê Munich ê Almanya da ku tev li kongreya ewlehiyê bibe. Berpirsên peyabilind ên dewletên din dê li hev bicivin da ku mijara tunekirina DAIŞ`ê nîqaş bikin.

Piştî serdana şandeya Rûsyayê ji Tirkiyê re ji bo ku rewşa Idlibê nîqaş bikin, Jeffrey wê serdana Tirkiyê bike. Li gel ku danûstandin têk çûn.

(şx)