Kremlin: Tu plansazî ji bo hevditîna di navbera Erdogan û Putin tunene

Kremlin ragihand ku Rûsya ji gurbûna şer li Idlibê bi fikar e û got, tu plansazî girêdayî hevdîtinan di navbera Vladimir Putin û Recep Tayyîp Erdogan de tune ye.

Kremlin: Tu plansazî ji bo hevditîna di navbera Erdogan û Putin tunene
10 sibat, 2020   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Rûsya Dmitriy Peskov bersîva pirsên rojnamevanan da û got: "Hîna em bi fikar in."

Dmitriy Peskov wiha domand: "Girêdayî hevdîtinên her du serokan, heta niha tu plansaziyên diyar ji bo wê tune ye. Lê ger pêwîstî çêbû wê lidar keve."

Daxuyaniyên Dmitriy Peskov piştî ragihandina wezîrê parastinê yê Tirkiyê ku 5 leşkerên Tirk di êrişa hêzên rejîma Sûriyê de li dijî balafirgeha Teftenaz a ku hêzên Tirkiyê tê de hene hatine kuştin, hatin.

(şx)