Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin.

Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin
Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin
Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin
Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin
Hêzên ewlekariyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin
10 sibat, 2020   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me  têkoşîna li dijî madeyên hişbirê û barhîner û bazirganên wê didomîne da ku civakê ji nexweşiya ku ciwanan parçe dike xilas bike. Hêzên Têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî ya herêma Firatê roja şemiyê 10‘sibatê du bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê girtin.

Li ser agahiyên şêniyan û piştî şopandina tevgera herdu kesan ji aliyê hêzên me ve, her kes hatin girtin. Li gel wan miqdarek madeyên hişbirê, çek û bombe hatin dîtin, hatin desteserkirin.

Madeyên ku hatin desteserkirin, madeya hişbirê ya hevîr 130 g, tovê qineb hindî 20 g, 27 hebên capticol, 6 cercûr û 2 bombe.

Piştî lêpirsînê herdu bazirgan sewqî dadgehê hatin kirin. "

ANHA