AKP`ê behsa berdewamkirina hedefgirtina nuqteyên rejîma Sûriyê kir

AKP`ê ya bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan got artêşa Tirk a dagirker topbarana xwe li dijî nuqteyên rejîma Sûriyê bi dijwarî didomîne. Her wiha bang li NATO`yê kir ku desteka wê bike.

AKP`ê behsa berdewamkirina hedefgirtina nuqteyên rejîma Sûriyê kir
10 sibat, 2020   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê AKP`ê Umer Çelik di kongreyek çapemenî de têkildarî kuştina 6 leşkerên Tirk di êrişa li ser Idlibê de got: "Topbarankirina nuqteyên rejîma Sûriyê bi dijwarî bênavber berdewam in".

Tirkiyê carek din girêdana xwe bi dagirkirina axa Sûriyê nû kir, Çelîk girêdayî wê got: "Vekişîna hêzên Tikriyê ji nuqteyên çavdêr ên li Idlibê ne pêkan e."

Çelîk li Enqere bersîva pirsa rojnamevanan girêdayî aloziya rewşa Idlibê da û got: "Em hertim bi NATO`yê re di nav têkiliyan de ye û em şêwiran dikin. Tirkiyê li bendê ye ku NATO`yê bi Tirkiyê re tev li şerê li dijî terorê bibe, divê NATO`yê piştgiriya wê bike."
(şx)